• Saturday, 30 November 2024
logo

Başûrê Sûdanê bi awayek fermî bo dewletek serbixwe

Başûrê Sûdanê bi awayek fermî bo dewletek serbixwe
Piştî dîrokek pir dirêj ji şer û hevrikî û diberekiyê başûrê Sûdanê bi awayek fermî serbixweya xwe wergirt û bo welatek serbixwe.

Îro şemiyê dewleta başûrê Sûdanê bi awayek fermî serbixweya xwe wergirt û di rêkxirawa netewên yekbuyî de bo endam û bo dewleta 193 ê.

Ji bal xweve civata ewlehiya nêvdewletî razîbûna xwe ji bo şandina hêzeka aştî parêz bo welatê başûrê Sûdanê nîşanda, ku dê ji 8 hyezar serbaza pêkbê û karê wan parastina ewlehiya wê dewleta nû ye û nahêlin şer jî rûbide.

Ji bal xwe ve jî hikûmeta Sûdanê danpêdan bi başûrê Sûdanê weke welatek serbixwe kir, û Omer Hesen Beşîr jî amadeya xwe nîşanda ji bo ku di ragehandina dewleta başûrê Sûdanê de beşdarbibe.
Top