• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo serbixweyiya Başûrê Sudanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Komarê Başûrê Sudanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo serbixweyiya Başûrê Sudanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Komarê Başûrê Sudanê kir
Birêz Salva Kiir

Serok Komarê Başûrê Sudanê

Silav û rêz

Îro rojekî pirşngdare neku her li dîroka gelê Başûrê Sudan belku li dîroka gelên hemû cîhanê da, bi taybetî ew gelên ku xwedî xebatekî dûr û dirêjin ji bo gihîştina bi serbixweyiya xwe, ewên ku dîrok rojek ji rojan xedir li wan kirin û nekarîn serbixweyiya xwe bi dest bînin.

Gelek bi şadiyê ve pêşwaziya li ragihandina serbixweyiya Başûrê Sudanê dikîn ku piştî pênç dehê ji milmilaneya gelê Başûr ahengê hebûna xwe ya bi dewletekî serbixweyî kirin.

Ji bo vê helkeftê bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li we yê rêzdar û tevahiya gelê Başûrê Sudanê dikim ku eve jî li encama xebata weye ku çendîn sale bi navê wê azadî û serbexwebûnê we encam daye.

Birastî ew ezmûna we ezmûnekî zîndiye û diyar kir ku her mîlletek îradeya serbixwebûna xwe hebê her divê rojek ji rojan bigihe wê armancê.

Ez bi çavekî rêz ve temaşa xebata we û gelê Başûrê Sudanê dikim, li heman demî de bi erênî temaşa cureta serkirdayetiya Komara Sudanê dikim ku gelek bi rêz û hûrmetê ve li biryara gelê Başûr girt li wê rapirsiya ku ji bo vê mebestê li destpêka îsal da hate encam dan û % 98 zêdetirê welatiyên Başûr deng ji bo serbixweyiyê da. Ji bo wê yekê hêvîdarim li hemû cîhek bi vê nefesa bilind helsukeft li gel îradeya her mîlletek bê girtin ku daxwaza serbixwebûna wan heye.

Dûbare vê rojê li we yên birêz û gelê Başûrê Sudanê pîroz bê û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li pêşkêşkirina her alîkariyek de derdibrim ku li şiyana xwe da hebê û hêvî jî dixwazim ku hemû pêkhatên vê komarê bi giyanekî pir li xweşî û şadumanî û pêkve jiyana birayane de bijîn.

Li gel rêzda


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

09/07/20
Top