• Saturday, 30 November 2024
logo

Xwenîşandanên girseyî dohî li Sûryayê rûdan û nêzî 20 kesan hatin kuştin

Xwenîşandanên girseyî dohî li Sûryayê rûdan û nêzî 20 kesan hatin kuştin
Hema Di xwepêşandana doh ya ku li bajarê Sûriyê Hemayê hat kirin de nêzîka 500 hezar kes beşdar bûn û 13 kes jî hatin kuştin.


Li gor nûçeyan roja înê li Sûriyê xwepêşandaneke nû li dijî hikûmeta Beşar Esed hat kîrîn. Li bajarê Hema 13 kes hatin kuştin û li bajarê Zumeyra ku dikeve kenarê Şamê jî 6 kes hatine kuştin.

Çavdêrên siyasî yên Sûriyê dan zanîn ku “Di xwepêşandanên doh ên li Sûriyê de hêzên asayîşê gûle berdan xwepêşanderan. Li bajarên wekî; Humis û Me’eret El-Numan jî kuştî hene.”

Hikûmeta Sûriyê ji kuştinan “Deste û grûbên çekdar tawanbar dike.” Ajansa Nûçeyan a Sena radigihêne ku li gelek bajaran xwepêşandanên girêdayî hikûmetê hatine li darxistin.

Li gor çavdêrên siyasî yên Sûriyê; “Ji ber serdana balyozên Amerîka û Fransa ya ji bo bajarê Hemayê, hêzên asayîşa Sûriyê li Hemayê bi armanca derbirîna hevsoziya li gel xwepêşanderan aloz bûn. Lê xwepêşanderan dîmenên vîdyoyî yên derbarê binpêkirinên mafê mirov ên ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatîn encamdayîn nîşanî balyozê Amerîka Roberd Ford kirin.”

Doh balyozên Amerîka û Frensa çûn bajarê Hemayê, lê berî ku xwpêşandan dest pê bikin, ji bajêr derketin.

Rûdaw
Top