• Saturday, 30 November 2024
logo

Mehmûd Osman: Tirkiye, Iraq û Îranê li ser bombebarankirina sînûrê herêmê bi dizî li hev kirine

Mehmûd Osman: Tirkiye, Iraq û Îranê li ser bombebarankirina sînûrê herêmê bi dizî li hev kirine
Derbarê bimbekirina sînûrê herêma Kurdistana ji aliyê Tirkiye û îranê ve, Mehmûd Osman ragehand , “ Bêdengmayîn Iraqê nîşane ku her sê welat li ser hin tiştan bi dizî li hev kirine .”

Mahmûd Osman perlemantarê Iraqê yê Kurd, bêdengiya hukimeta Iraqê ya ji bo bimbekirina sînûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiye û Îranê ve bi awayekê tund rexne kir. Derbarî vê mijarê li Bexdayê civîneke çapemeniyê lidar xist û Osman banga li hukimetê kir û got “Divê hûn sedema bêdengiya xwe xuyabikin.”.

Osman xwest ku rayedarên hukimeta Iraqê li perlemanê derbarê êrîşên hewayî yên dewletên Îran û Trikiyeyê agahiyê bidin, bal kişand ser wê yekê ku di navbera Tirkiye, Iraq û Îranê de hebûna peymaneke veşari/dizî ya ji bo sînûran îhtimalake gelekî xurt e.

Osman xwest ku peyman were aşkerekirin û got, “ Peymana ku hatiye çêkirin dide xuyakirin ku her welat xwedî maf e ku li nav sînûrê welatê din bibe bike, wî mafî didin hev. Bêdengiya hukimeta Iraqê nîşaneyeke din a vê yekê ye.”

Osman anî zimên hukimeta Bexdayê şaşiyan dike û wisa axivî, “ Divê hukimeta Iraqê rê nede ku welatekî din axa wan îhlal bike. Pirsgirêk bi dîplomasiyê tên çareserkirin.”

ANF
Top