Ocelan: em rêkeftîn ku civatek aştiyê pêkbînin, û bila perlemantarên BDP ê bikevin perlemanê
Mêdiyayên Turkiya xuyakirin, ku roja 6 tîrmehê Ocelan û hin rayedarên dewletê hevdîtin pêkanî, di wê barêda ji zardevê parêzerên Ocelan hat xuyakirin ku Ocelan ragehaniye baştirîn gav ku me tevî wê giropê havêtî rêkeftin bû li ser pêkanîna civatekê ji bo aştiyê ku ew civat ne ne bi temamî medeniye û ne bi temamî fermiye û dê kar ji bo bidestxistina aştiyê bike û gereke di yek meh de were pêkanîn.
Ocelan got jî: pirotokol ne tiştekê wehaye ku bên morkirin û neyên bicêkirin, ku em çend xulekan tevî dewletê li ser rêkeftine û kar li ser têkirin.
Herweha pirsekê din li cem Ocelan giringe ew jê pêkanîna civara destûre ku dê serperiştiya rastvekirina destûra nû bike.
Di bara pirsgirêka baykuta perlemanê de ocelan ragehand: gereke perlemantarên BDP ê tevî hikûmetê bigehin peymanekê û sûnda perlemanê bixwen û pirsgirêka Xetîb Dîcle derbasnabe dê di dema wereda were çareserkirin.