• Saturday, 30 November 2024
logo

Nûcêfî: divê Îran topbarankirina sînûrên herêma Kurdistanê rawestîne

Nûcêfî: divê Îran topbarankirina sînûrên herêma Kurdistanê rawestîne
Serokê perlemana Îraqê ragehan topbarankirina navçeyên sînûrî yên Îraqê ziyanê digehîne peywendîyên di navbera Îraqê û Îranê de.

Duhî roja Înî Osame Nucêfî, serokê perlemana Îraqê ragehand: topbarana deverên sînûrî yên herêma Kurdistanê di be sedema gomanê di peywendiyên du alî yên welatên Îraqê û Îranê de.

Nucêfî got jî: pêdivîye hevahengî di nava Îraqê û Îranê de ji bo kontirolkirina sînûran hebe, em rê nadin ku sînûrên Îraqê ji bo hêrişkirina ser welatên hevsî werin bikaranîn.

Ev gotinên serok perlemanê Îraqê di hevdîtina tevî Muhemed Rehîmî cîgirê serok komarê Îranê de hatin kirin
Top