• Saturday, 30 November 2024
logo

Ji bo ji nêzve dîtina rewşê, dê îro komîtek perlemana Îraqê seredana sînûrên herêmê bikin

Ji bo ji nêzve dîtina rewşê, dê îro komîtek perlemana Îraqê seredana sînûrên herêmê bikin
îro bi armanca ji nêzîk dîtina topbarana Îranê li ser sînûrên herêma Kurdistanê û berhevkirina raporekê, lijneyek ji perlemana Îraqê wê biçe navçeyên sînûrî yên Herêma Kurdistana Îraqê.

Şiwan Mihemed Teha Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê û Endamê Demkî yê Şopandina Bordomankirinên Sînûrê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Biryare em îro biçin navçeyên ser sînûr ên Herêma Kurdistana Îraqê ku ji aliyê Îranê ve hatîn bordoman kirin. Ji bo em ji nêz ve raporekê derbarê zerer, jiyan û rewşa wan navçeyan amade bikin. Piştre jî bibin parlamenetoya Îraqê û ew jî wê bi armanca çareserkirinê wekî pêşniyarekê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê bikin.”

Şiwan Mihemed di berdewama axaftinên xwe de dibêje: “Ev çend care cîranê me Îran sînûrên Herêma Kurdistana Îraqê topbaran dike û ev kar jî binpêkirina serweriya xaka Îraqê ye. Li gor pêwer û yasayên navnetewî pêwîste welatên cîran rêzdariyê li sînûrê hev bigrin.”

Şiwan Mihemed derbarê çareseriya topbaran û pirsgirêkên ser sînûr de got: “Ev demek pirsgirêkên Îraqê yên li gel cîranên xwe heye, lê ji ber pirsgirêkên navxwe nakeve ser çareserî û yekalîkirina pirsgirêkên ser sînûrî. Ji bilî vê yekê neku di warê sînûrî de, belkî di warê rêveberî û hikûmî de jî lewaze. Lê pêwîste Îraq dû rêyan bigre pêşiya xwe, yan bi têkiliyên dû alî pirsgirêkê çareser bike yan jî hinek yasa û rêbazên navnetewî li ber çavan bigre.”

Rûdaw
Top