• Saturday, 30 November 2024
logo

Erdoxan: Em ê derfet heya 15`ê mehê bidin CHP`ê û BDP`ê

Erdoxan: Em ê derfet heya 15`ê mehê bidin CHP`ê û BDP`ê
Receb Teyîb Efrdoxan Serokwezîrê Tirkiyeyê ji rojnameya (Ulke) re xuyakir ku eger opozisyon heya 10 rojên din beşdarî civînên parlamentoyê nebe, dê hinek hilbijartinên dî bikin da ku cihê wana dagirin ji ber ku ta niha cih; wan valaye.

Derbarê wê mijarê de, nûnerê koma AKPê di parlementoya Tirkiyeyê de ragihand ku heya 15-7-2011`an ji bo opozisyon, derfeta herî dawiyê ye.

Her wiha ew aliyê ku beşdarî civînên parlamentoyê nabin ev in: Partiya gel ya Komarî (CHP) ku xwediyê 135 parlamentere û partiya Aştî û Demokrasî(BDP)ê ye ku xwediyê 35 kursiyane, ji ber azad nekirina 2 endamên CHPê û 6 endamên BDPê, her du partiyan dest ji civîn û sundxwerinê berdane.

Li hemberî hereşeya AKPê, Koma BDPê bersiveke tund daye AKPê û got:”Heya ku parlamento çareseriyake guncay ji bo ketina endamtiya Hatîp Dîcle û ne azadkirina parlamenterên wana yên girtî neke,ew nekevin parlamanê”.

Di dirêjahiya daxuyaniya BDPê de, peyman daye ku heya guhirtinên bingehîn di siyaseta Tirkan de li hemberî çareserkirina kêşeya Kurdî çênebin, beşdarî civînên parlamentoyê nabin.

PUKmedia
Top