Erdoxan: Em ê derfet heya 15`ê mehê bidin CHP`ê û BDP`ê
Derbarê wê mijarê de, nûnerê koma AKPê di parlementoya Tirkiyeyê de ragihand ku heya 15-7-2011`an ji bo opozisyon, derfeta herî dawiyê ye.
Her wiha ew aliyê ku beşdarî civînên parlamentoyê nabin ev in: Partiya gel ya Komarî (CHP) ku xwediyê 135 parlamentere û partiya Aştî û Demokrasî(BDP)ê ye ku xwediyê 35 kursiyane, ji ber azad nekirina 2 endamên CHPê û 6 endamên BDPê, her du partiyan dest ji civîn û sundxwerinê berdane.
Li hemberî hereşeya AKPê, Koma BDPê bersiveke tund daye AKPê û got:”Heya ku parlamento çareseriyake guncay ji bo ketina endamtiya Hatîp Dîcle û ne azadkirina parlamenterên wana yên girtî neke,ew nekevin parlamanê”.
Di dirêjahiya daxuyaniya BDPê de, peyman daye ku heya guhirtinên bingehîn di siyaseta Tirkan de li hemberî çareserkirina kêşeya Kurdî çênebin, beşdarî civînên parlamentoyê nabin.
PUKmedia