• Saturday, 30 November 2024
logo

Ji bo piştevanîkirina hevalên xwe, girtiyên kurd li Îranê girava birçîbûnê destpêkirin

Ji bo piştevanîkirina hevalên xwe, girtiyên kurd li Îranê girava birçîbûnê destpêkirin
Piştî li girtîgehên Îranê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin, girtiyên Kurd ên din yên li girtîgehên din ji bo arîkariyê bidin 3 girtiyên Kurd, dest bi greva giştî kirin.

Zêdeyî 40 rojane 3 girtiyên Kurd ên bi navê Kemal Şerîf (Girtîgeha Mînab), Enwer Xizrî û Kamûran Şêx (Girtîgeha Recayiya bajarê Kerec) dest bi greva birçîbûnê kirine. Li gor zanyariyên girtiyên Kurd ên li girtîgehên Sine, Urmiye, Recayî Şar û çend girtîgehên din ji bo piştgiriyê bidin hersê girtiyên Kurd dest bi greva giştî kirine.

Rojnamevan û çalakvanê Kurd yê siyasî Kemal Şerîf ku yeke ji wan girtiyên girava birçîbûnê destpêkirî li sala 2008an ji aliyê hêzên çekdarî yên Komara Îslamî ve hatiye girtin û cezayê 30 salan jêre hatiye dayîn.

Rudaw
Top