• Saturday, 30 November 2024
logo

Kerkûkî: Mafê kurdan e daxwaza danan dewletek serbixwe bikin

Kerkûkî: Mafê kurdan e daxwaza danan dewletek serbixwe bikin
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand ku wek hemû gel û neteweyên dinyayê kurdan jî mafê diyarkirina çarenivîsa xwe heye û mafekî destûrî û asayî ye ku kurd dewleta xwe ya serbixwe damezrînin.

Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerqulewsetê ya çapa Londonê re got, “Mafê me ye çarenivîsa xwe diyar bikin û wek netewe û gelên din yên dinyayê dewleteke me yê serbixwe hebe ji ber ku ew maf destûrî û asayî ne û çi guman li ser nine.”

Kerkûkî aşkere kir ku ew niha bi daxwaza xwe di nav dewleta Iraqê de dimînin û dengê xwe jî dane destûra Iraqê ku tê de tekezî li ser demokrasî, federalîyet û çareserkirina navçeyên arîşedar li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Serokê parlamentoyê li ser madeya 140ê jî got, “ Li ber bicihanîna madeya 140ê gelek rêgir hene lê wek “mirî” binavkirina vê madeyê, şaşiyeke mezin a kujinde ya siyasî ye çimkî ew made destûrî ye û dê tenê bi mirina destûrê bemire.”

Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kir, tevî sozên serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî bicihanîna madeya 140ê gelekî dereng ket.


AKnews
Top