• Saturday, 30 November 2024
logo

Sê rêveberiyên nû ji bal Duhokê ve li deverên veqetiyayî tên pêkanîn

Sê rêveberiyên nû ji bal Duhokê ve li deverên veqetiyayî tên pêkanîn
Rêveberiya giştî ya bajêrivaniyên parêzgeha Duhokê dê sê rêveberiyên nû li devera zomar dane da ku bişên pitir xizmeta deverên nû rizgar kirî bikin. Di vî warî da rêveberê giştî yê bajêrivaniyan got: (yek ji wan bajêrivaniyan dê li senterê Zomar be û yên dî dê li Dîcle û înzale bin).

Endaziyar Hemîd Mihemed Salih xuya kir li dûv biriyara wezareta geşitiyarî û bajêrivaniyan ya hijmare şeş li sala 1993 , her demê hijmara gondekî yan komelgehekê ji sê hizar kesan borî, mafê hebûna bajêrivaniyê heye û got: (wezaret geleka arîkare bo vî xelkî ku pêdivî bi arîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê heye, çunku ev devere ji aliyê îdara Mûsil ve hatine piştgohxistin).

Hemîd Mihemed Salih Îsmayil dîsa got: (îdara mûsil çu gazinde li ser nînin û çi arîşe nabin heke bajêrivanî bo wan deveran bihêne danan).

Rojnama Evro
Top