Di encama hêrişeka çekdarên PKK ê de du serbazên Turk hatin kuştin
Li gorî ajansên nûçeyan hêrişa PKK ê li dijî artêşê li bajarokê Yuksêkofa ya ser bi parêzgeha Hekarî ve pêkhat, ku ev parêzgehe dikeve ser sînûrê Îraqê û Îranê û navçeyaka asê û çiyayî ye ji ber wê yekê buye qada milmilanê di nav bera çekdarên PKK ê û ratêşa Turk de.
Ji aliyekê din de her Îro li bajarê Anqere paytexta Turkiya bombeyek bi turimbêleka leşkerî ve teqiya , lê tu qurbanê jê peydanebûn.