Nêçîrvan Barzanî peyvek di konferansa nirxandina rewşa devera rojhelata navîn û bakûrê Afrîkayê pêşkêşkir
her di peyva xwe de behsa wan karesatên ku rijêma be'sa roxyaîy li derheqa gelê kurdistanê pêkanîne weke enfal û kîmyabankirinê ku divê qed neyêne jibîrkirin. herweha tekez kir di vê qunaxê de di warê syasî û abûrî û civakî de me pêwîstî bi pştgîrî û hevkarî ya welatên bihêzên cîhanê heye.
di beşeke dî ya peyva xwe de Nêçîrvan Barzanî behsa sîtsema federalîzmê li Îraqê kir û ragehand pêwîste ev sîstem bête cêbecêkirin û divê hukûmeta Îraqê jî pirsa deverên veqetyayên herêma Kurdistanê çarser bike eger na ew dever tenahî û aramiyê bixweve nabînin،
xuya jî kir ku bi hevkarî ya dezgehên asayşê û welatiyan niha rewşa herêma Kurdistanê tenah û arame û rûbirûyê terorê bûne، jbo pêşwazîkirina Kirîstiyanên aware l deverên navîn û başûrê Îraqê jî ku j tirsa terorê cih û malên xwe bich hêlane، berdewamîn. di alyekê diyê peyva xwe de Nêçîrvan Barzanî ragehand niha herêma kurdistanê xwedî çavkanyeke mezina enerjyê ye û niha di bazarê cîhanî de beşdare.
tê zanîn civata parlemênta hevpeymanya natoyê li medalîna serdînya ya îtalî، konferansek ji bo nirxandina rewşa rojhelata navîn û bakûrê Efrîkayê rêxistiye û herêma kurdistanê jî têde beşdare.
kurdistantv