• Saturday, 30 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî peyvek di konferansa nirxandina rewşa devera rojhelata navîn û bakûrê Afrîkayê pêşkêşkir

Nêçîrvan Barzanî peyvek di konferansa nirxandina rewşa devera rojhelata navîn û bakûrê Afrîkayê pêşkêşkir
duh êvarê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirna konferansa nirxandina rewşa devera rojhelata navîn û bakûrê Afrîkayê gehşte medalîna، îro jî di roja duyê ya konferansê de Nêçîrvan Barzanî nûnerê serokê herêma Kurdstanê peyveke têr û tesel l dor rewşa herêma kurdstanê û Îraqê pêşkêş kr، têde Nêçîrvan Barzanî balkişande ser rewşa syasî û asayiş û abûrî l Kurdstanê û Îraqê،

her di peyva xwe de behsa wan karesatên ku rijêma be'sa roxyaîy li derheqa gelê kurdistanê pêkanîne weke enfal û kîmyabankirinê ku divê qed neyêne jibîrkirin. herweha tekez kir di vê qunaxê de di warê syasî û abûrî û civakî de me pêwîstî bi pştgîrî û hevkarî ya welatên bihêzên cîhanê heye.

di beşeke dî ya peyva xwe de Nêçîrvan Barzanî behsa sîtsema federalîzmê li Îraqê kir û ragehand pêwîste ev sîstem bête cêbecêkirin û divê hukûmeta Îraqê jî pirsa deverên veqetyayên herêma Kurdistanê çarser bike eger na ew dever tenahî û aramiyê bixweve nabînin،

xuya jî kir ku bi hevkarî ya dezgehên asayşê û welatiyan niha rewşa herêma Kurdistanê tenah û arame û rûbirûyê terorê bûne، jbo pêşwazîkirina Kirîstiyanên aware l deverên navîn û başûrê Îraqê jî ku j tirsa terorê cih û malên xwe bich hêlane، berdewamîn. di alyekê diyê peyva xwe de Nêçîrvan Barzanî ragehand niha herêma kurdistanê xwedî çavkanyeke mezina enerjyê ye û niha di bazarê cîhanî de beşdare.

tê zanîn civata parlemênta hevpeymanya natoyê li medalîna serdînya ya îtalî، konferansek ji bo nirxandina rewşa rojhelata navîn û bakûrê Efrîkayê rêxistiye û herêma kurdistanê jî têde beşdare.

kurdistantv
Top