• Saturday, 30 November 2024
logo

Demîrtaş bû serokê grûpa perlemantarên BDPê

Demîrtaş bû serokê grûpa perlemantarên BDPê
Li gor daxuyaniya nivîskî ya BDPê hate ragihandin ku parlamenterê Colêmerge Selahattîn Demîrtaş wek serokê grûpa BDPê, parlamenterê Şirnêx Hasîp Kaplan û parlamentera Idirê Pervîn Bûldan jî wek wekîlên serokê grûpa BDPê hatine hibijartin.

Serokê Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) Şerafettîn Elçî û Serokê Partiya Kedê (EMEP) ku di lîsteya blokê de hatibûn hilbijartin, dê ji nû ve vegerin ser erka serokatiya partiyên xwe lê di Parlamentoya Tirkiyeyê digel grûpa BDPê tevbigerin.

5 parlamenterên din yên ku girtî ne(Kemal Aktaş (Wan) , Îbrahîm Ayhan (Riha) , Gûlseren Yildirim (Mêrdîn) , Selma Irmak û Faysal Sariyildiz (Şirnêx) ) dê bi rêya arznameyê, bibin endamê BDPê.

Her weha parlamenterên Mêrdînê Leyla Zana, Ahmet Turk û parlamentera Wanê Aysel Tûglûk jî ji ber qedexeya li ser wan a bo siyasetkirinê, nikarin bibin endamê BDPê. Qedexeya siyasî ya li ser wan dê di 2014an de bi dawî bibe.

AKnews
Top