Îraqê-UNHCR: Dê mafê paneberên Kampa Mexmurê bidin
Hat zanîn ku gotûbêja hikûmeta Êraqê û rêxistina penaberên ser bi UNê, (UNHCR) gihîşte qonaxa dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bêtir ji 10240 penaberên Kurd yên bakurê Kurdistanê li navçeya Mexmurê ya Herêma Kurdistanê.
Hat aşkirekirin ku hinek ji wê rêkeftina di navbera her du aliyan de pêk hatiye ku mafê wan dê ji bo derketina welatên Ewrupî û cîran hebe.
Her wiha dê bikaribin di hemû bajar û bajarokên Êraqê de, bigerin û kar û xebatên jiyanî xwe bikin.
PUKmedia