• Saturday, 30 November 2024
logo

Karayilan: Helwêsta Nêçîrvan Barzanî erênî û di demeke girîng de bû

Karayilan: Helwêsta Nêçîrvan Barzanî erênî û di demeke girîng de bû
Mûrat Karayilan Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyên vê dawiyê yên Nêçîrvan Barzanî yên li ser pirsa kurdî li Tirkiyeyê, wek helwesteke pozetîf û baş bi nav kir.

Mûrat Karayilan diyar kir ku helwesta Nêçîrvan Barzanî ya di hevpeyvîna wî digel rojnameya Miliyetê ya tirkî de helwesteke gelekî erênî ye û got, “Em helwesteke bi wî awayî di demên wiha girîng de ji hemû hêzên kurdî hêvî dikin.”

Karayilan got, “Em wê çendê baş dizanin ku eger dewleta Tirkiyê ji kurdan bê hêvî bibe dê neçar bibe û were ser xeta çareseriyê. Lewra divê hêzên kurdî yên hemû beşên Kurdistanê xwedî helwêsteke bi wî awayî bin.

Navhatî got jî: gereke kurd pev re ji dewleta Tirkiyeyê re bêjin divê tu vê arîşeyê çareser bikî û bo pirsê jî digel xwediyê pirsê gotûbêj bikî çimkî çareserî dê bi wî awayî bibe.”

Rûdaw
Top