Hadî Amirî: Madeiya 140 ê wê aktîf bibe û zû were bi cêkirin
Hikûmeta İraqê biryar da Serokê Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140ê biguhere û Wezîrê Veguhestin û Gehandinê yê İraqê Hadî Amrirî li şûna wî dest bi kar bibe. Derbarê karê wan ê pêşerojê de Serokê nû yê Lijneya Maddeya 140ê Hadî Amirî got: ‘’Peywendiyeke me ya baş ligel hemû Kurdan heye, herwiha neteweyên din ên Kerkûkê jî bi heman awayî ji van peywendiyên me yên baş bêbeş nabin.’’
Amirî wiha axifî: ‘’Em dixwazin wê maddeyê ji wan astengiyan rizgar bikin, hewl jî didin bi awayekî yekcarî wê dosyê di berjewendiya giştî de qepat bikin. Herwiha di warê postan de tu guherankariyek di pêkhateya wê maddeyê de nayê kirin.’’ Amirî da zanîn ku ji xeynî Kerkûk û derdora wê, li sînorê parêzgeha Kerbela jî bi heman awayî navçeyên ku hatine veqetandin hene.
Berê lijneya navbirî ser bi Serokatiya Civata Wezîran bû û ji niha û şunde ser bi Sekreterê Giştî yê Civata Wezîran dibe. Hadî Amirî, Serokê Rêxistina Bedir a ser bi Civata Bilind a Îslamî ye û di hilbijartina par de karî baweriya dengderan bidest bîne û bibe parlamenter. Di 26ê Berfenbara borî de jî bû Wezîrê Veguhestin û Gehandinê di hikûmeta nû de.
Rûdaw