Aliyên siyasî yên Kurdî yên Sûriyayê wê gongirek li dar xin
Ebdulbaqî Yusif Endamê mekteba siyasiya partiya yekêtiya Kurd li Suriyê ragehand: duhî aliyên siyasî yên kurdên surî li Ewropa civîyan û her 11 partên Kurdî biryar dan bernamekê ragehînin û li ser wê yekê rêkeftin ku serkirdatiyekê li Ewropa pêkbînin.
Yusif xuya jî kir, biryare aliyên Kurdî yên Sûriya di heyama du hevteyên were de gongirek (Kurdî-Kurdî) pêkbînin û paşan kongirek (Kurdî- Erebî ) sazbikin û tevaya aliyê opozisyona Sûriyê bankbikin