• Saturday, 30 November 2024
logo

Turk: Em ê perlemana Kurdistanê damezrînin

Turk: Em ê perlemana Kurdistanê damezrînin
Di mîtînga li Amedê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) Ahmet Turk got, “Ger hûn deriyê aştiyê bigirin, gelê Kurd bêalternatîf nîn e.” Hevserokê KCD’ê ragihand ku ew ê perlemana Kurdistanê ava bikin. Turk got: “Em ê Meclîsa Kurdistanê bi gelê xwe re, bi hev re, damezrînin. Dema em hatin hilbijartin me soz da gelê xwe. Ew (gel) li ku bin em ê li wir bin, em ê bi hev re tevbigerin.”

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li Amedê di mîtînga "Ji bo pirgsirêka kurd çaraseriya demokratîk a makeqanûnî" de axivî got ku ew di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin. Turk destnîşan kir ku gelê kurd şerê azadiyê dide.

Turk bal kişand li ser batelkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle jî û wiha got: "Em li vir soz didin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. An ew ê li cem me be an jî em ê li cem wî bin."

Turk gotinên Erdogan ên "dê paşa paşa bên meclîsê" jî bi bîr anî û axaftina xwe wiha domand: "Vî gelî îşkence, kuştinên kiryar nediyar, zilm û pêkutî dît. Heke tehdîdên we pere bikira ev gel îro ne li Amedê bûn. Tehdîdên we ancax dê hêz bide me."

Turk diyar kir ku ew ji bo aştiyê amade ne û wiha berdewam kir: "Heke hûn riyên aştiyê bigirin, kurd dê alternatîfa xwe ava bikin. Bila her kes vê yekê bizanibe.

Turk axaftina xwe bi helbesta cîgerxwîn a "bi mineta kesekî din çûyîna bihûştê bi awayeke azad çûyîna dojehê baştir e" bi dawî kir.

ANF
Top