• Saturday, 30 November 2024
logo

Li gor madeya 90 ya AYM Dîcle dikare here perlemanê

Li gor madeya 90 ya AYM Dîcle dikare here perlemanê
Doza ji kar durxistina perlemantarê kurd Hatîb Dicle ku YSK ew biryare daye , ji dadgeha makezagonê(AYM) re hat şandin daku ew biryarê li ser bide.

AYM dê roja pêncşemê li ser vê dozê raweste, tê zanîn Ku perlemantar Hatîp Dicle li gor madeya 85 ya makezagonê , çuye dadgehê.

hat zanîn ku Lijneya Bilin ya Hilbijardinan(YSK)`ê, der barê biryara ji kar dûrxistina nûnerîtiya parlamenterekê ,zêde pêçuye û dema ku dadgeh li gorî madeya 79 kar bike, renge doza li dijî Dîcley were retkirin.

Eger li gor madeya 90 biryar li ser wî bêdan, wate dadgehîkirina Dicle, wê di çarçoveya Dadgeha Mafê Mirov(DMME)`ê û Pemana Mafê Mirovan(PMME)`ê de be. Weha dadgeh dikare biryara YSk ê bi binpêkirina mafê mirov bi nav bike û Dîcle bikaribe biçe meclîsê
Top