Elçî û Turk li koşka serokoar bi Gul re hevdîtin pêkanîn
Piştî hevdîtinê Ehmed Turk daxûyaniyek da û got: "Ji ber ku em pê bawerbûn cihê çareserkirinê meclîse, em tevlî hilbijartina bûn. Her û her em rû bi rû ji mentiqekî gef û nepejiranadina fikirên me re man. Ji bo ev pêvajoya bi qolinc bi dawî bibe, em vê demê wek firsend dinirxînin. Me da diyar kirin ku nêzîkbûn, vê pêvajoyê diteqînin û li dijî neheqiyan em tevlî meclîsê nabin."
Ehmed Turk herweha got: "Heta ku pêngavek têrkirî neyê avêtin, ev rewş wê berdewam be. Serok Komar bi erênî nêzîkî me bû. Em bawerin ji bo çareserkirina qeyranê wê pêngavên erênî bêne avêtin."