• Saturday, 30 November 2024
logo

Selaheddîn Demirtaş şertê çûna parlamentoyê eşkere kir

Selaheddîn Demirtaş şertê çûna parlamentoyê eşkere kir
Hevserokê berê yê BDPê û Parlamenterê Serbixwe yê Colemêrgê ji bo çareserkirina krîza tevlîbûna parlamentoyê, pêşniyar kir ku li Diyarbekir hilbijartina navberê bê çêkirin.

Hevserokê berê yê BDPê û Parlamenterê Serbixwe yê Colemêrgê Selahedîn Dermirtaş derbarê hevdîtinek resmî ya navbera AKP û BDPê de ji rojnameya Milliyetê re axivî û got: “Ti hevdîtinek fermî nehatiye kirin. Lê heya koma me tê avakirin, hikûmet jî di nav de bi giştî ji bo hevdîtinan me 4 kes erkdar kirine.”

Demirtaş di berdewama axaftinên xwe de dibêje: “Şerafedîn Elçî bi xwe xwestibû hevdîtinê pêkbîne. Bi telefonê li gel Huseyîn Çelîk axivî bû.”

Parlamenterê Colemêrgê Selaheddîn Demirtaş derbarê çareserkirina pirsa Hatîp Dîcle de jî got: “Pêşniyara me zelale. Mînak, AKP destûra bingehîn biguherîne û pêwîst bike bêje; li Diyarbekir ji bo hilbijartina navber amadeye û emê piştgiriyê bidin guhertina yasa û destûra bingehîn. Wiha diyar neka ku rewşa Hatîp Dîcle û girtiyên din ên ji doza KCKê AKP aciz kiribe.”
Rûdaw
Top