Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aştiyê derfeteke zêrîn heye
Nêçîrvan Barzanî, diyar dike ku tiştên Erdogan derbarê pirsa Kurd de kirine nayên înkar kirin lê belê dîsan jî gelek karên ku bên kirin hene û lê zêde dike: ‘’Divê dewlet ‘yek serî’ tevbigere, êdî pêwiste rastiya PKKê bibîne!.’’
Rojnamevanê Tirk Hasan Cemal di nivîsara xwe ya îro de (Milliyet, 30.06.2011) cîh dide hevdîtineke xwe ya ligel Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ku 28ê Hezîranê pê re kiriye.
Li ser pirsa gelo hêviya aştiyê heye? Nêçîrvan Barzanî dibêje: ‘’Ji bo aştiyê derfeteke zêrîn heye’’ û wê derfeta zêrîn jî wiha rave dike: ‘’Ji ber Tayyîp Erdogan ji sedî 50 deng anîn û bi serkeftinê ji hilbijartinan derket…BDP jî gelekî serkeftî ye… Mirov 36 parlamenteran bo Meclîsê hilbijêre ma karekî asan e?.. Divê BDP jî ji encaman kêfxweş bibe… Herwiha ji bîr nekin, heta îro dewlet jî gelekî bi Ocalan re axifiye.’’
Bi baweriya Nêçîrvan Barzanî, ji bo aştiyê evna hemû bingehekî baş çêdikin û bi dersên ku ji vebûna yekemîn jî bên wergirtin, dikare ber bi aştiyeke nû ve pêngav bên avêtin.
Çavdêriyên ku Hasan Cemal ji Nêçîrvan Barzanî wergirtine bi kurtî wan wiha rêz dike:
1- Êdî Enqere ‘rastiya PKKê’ bibîne, vê rastiyê qebûl bike û plana aştiyê dabirêje…
2- Li Enqerê dewlet ne zêde, îro êdî ‘yek serî’ tevbigere…
3- Û rastiya lîderê bingehîn ê PKKê ku niha li Îmralî di girtîgehê de ye kêliyekê jî ji ber çav neyê avêtin…
4- Li gor girîngiya mezin a di vekirina deriyê aştiyê de liberçavgirtina ‘mercên Îmralî’ yên Ocalan, pêngavên demkurt bên avêtin, dariştina demeke navîn û direj…
5- Bê guman rewşa Hatîp Dîcle, parlamenterên serbixwe yên ji doza KCKê girtîne û bi giştî di warê girtiyên KCKê de encamdana hinek ‘pêşketinên pozîtîf’…
6- Derbarê Kampa Mexmûr de ku nêzîka 10 hezar kes lê dijîn ‘pêşandana nêteke baş’…
7- Bê guman fikirîna hinek pêngavên di nav demê de ‘tevlîheviya bêbaweriya’’ ku di navbera Enqere û PKKê de heye ji holê rake…
Hasan Cemal herwiha di wê hevdîtinê de ji Nêçîrvan Barzanî dipirse: ‘’Niha top li kîjan alî ye?’’ Barzanî jî yekser wiha bersiv dide: ‘’Niha top li aliyê Enqerê ye’. Di warê aştiyê de ji bo ev firseta zêrîn bê bikar anîn wek destpêk hemleya yekem dive ji Enqerê were.’’
Barzanî, axaftinê tîne ser Erdogan û dibêje: ‘’Evna nayê înkar kirin. Serokwezîr Erdogan derbarê pirsa Kurd de gelek karên girîng kirin. Rîskên mezin ên siyasî dan berçav û kir. Evna nayên ji bîr kirin. Lê xelas nebû, ji bo aştiyê hê gelek kar maye ku bê kirin.’’
Hasan Cemal li Qendîlê ligel Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilanî axivî û hevdîtina xwe ya pê re di rêzenivîsarên xwe de belav dike. Li gor Murat Karayilan, dewleta Tirkiyê û rêberê PKKê her tişta ku divê bê axaftin axifîne û Abdullah Ocalan bi protokolên cuda nerîna xwe ji dewletê re gotiye û niha ew li hêviya bersiva dewletê ne.
Rûdaw