Operasyonên artêşa Turkiyê li hin deverên kurdistana bakur didumin
Parêzgeriya Dêrsimê diyar kir ku şevê din di demjimêr 22.00'an de li gundê Burnakê yê navçeya Pilûrê şerek rûda. Parêzberiyê di daxuyaniyê de anî ziman ku di operasyonê de şer pêkhat û 3 gerilayan jiyana xwe ji dest daye. Û Li herêmê operasyona leşkerkerî didome. Lê Çavkaniyên HPG'ê derbarê mijarê de heta nihat tu daxuyanî nedane.
Ji aliyek din ve li navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî didome. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber operasyonên leşkerî nikarin ji malên xwe derkevin û ewlehiya wan di talûkeyê de ye.
Li herêma di navbera Gever û bajaroka Bajirgê de operasyonên leşkerî demek dirêj e didomin. Hate zanîn ku li herêma gundên Xurekana Seri û Şişemzina gelek leşker hatin bi cih kirin û operasyona li herêmê her ku diçe berfireh dibe.
Hate zanîn ku leşker li herema Girê Sorinan, Girê Şehîdan û girên bilind hatine bicihkirin. Welatiyên gundên Xurekana Seri û Şişemzina, diyar kirin ku bi rojan in oprasyon liherêmê didome û ji ber operasyonan nikarin ji malên xwe derkevin.
ANF