Civîna pênç qolî ya çiwarê di navbera deshelat û opozisyonê de serkeftiyane bi dawîbû
Paş bi dawî hatina civîna pênç alî di kongirek rojnamevanî de Sedî Ehmed pîre endamê mekteba siyasiya YNK ê û D. Yusif Mihemed berpirsê sentera vêkolînên siyasî yê bizava Goran amaje da wê yekê ku rêkevtin li ser xalên rehendên niştîmanî di pirojên herdu aliyan de hatekirin, lê demê civîna dahatî nehate diyarkirin.
Di civînê de partên deshelat dar bersiva xalên opozisyonê bi pirojekê dan û ew piroje dane destê opozisyonê.
Di gongirê rojnamevanî de D.yusif xuyakir di civîna were de opozisyon dê bersiva pirojê YNK ê û PDK ê bide û ew jê wê bersiva dawî ji bo piroja opozisyonê bidin.
Di vê civînê de bas li beşdarîkirina opozisyonê di hikûmetê de nehatekirin, bizav dê bê kirin di civînên were de ragehandin pêtir were nerimkirin û peywendî xweştir bikin da ku rewşek baştir ji bo gotûbêjan peydabibe.