Îran navçeyên sînûrî yên herêma Kurdistanê topbaran dike
Çavkaniyan ji wê navçeyê xuyakir ku navçeyên Gerdmendîl, Wêze, çiyayên Kodo û her wesa gundên ser bi Hecî Omranê, bi dijwarî ji bal topxaneya Îranê ve hatin topbarankirin û artêşa Îranê heyam heyam wan deveran topbaran dike.
Çavkaniyan xuya jî kir ku di rojên borî de, ziyaneke mezin ya madî bi gundiyên deverê gihîştiye. Lê li bara ziyana topbarankirina îro hîn ti zaniyarî derbarî ziyana canî nehatine xuyakirin.