Li paytexta kurdistanê Kurdên Sûriya xwepêşandan sazkir
Di xwepêşandanê de xwepêşanderan hind silovan dijî rijêma Sûriyê û hovatiya wan li hember xwepêşanderan gotin.
Xwepêşanderan destdirêjiya li ser gelê Sûrî yê xwenîşander û talankirina mal û namîsa wan û eşkence û kuştina zaroyan şermizarkirin.
Li dawiyê xwepêşanderan yadaştnamek nerazêbûnê pêşkêşî baregayê UN ê kir û bi awayekê aştiyane dawî bi xwepêşandanê hat.