• Saturday, 30 November 2024
logo

Zimanê Kurdî li ser pereyê Iraqê tê zêde kirin

Zimanê Kurdî li ser pereyê Iraqê tê zêde kirin
Mezher Mihemed Salih peyvdarê Bankaya Navendî ya Iraqê ragihand ku wê Bankeya Navendî ya Iraqê sifirên li ser pereyan rabike û li ser pereyê Iraqê zimanê Kurdî hember zimanê Erebî binvîsîne.

Salih diyar kir tê xwestin ku sifirên li ser pereyên Iraqî bêne kêmkirin, ji ber wê jî ew amade ne ku sifiran kêm bikin. Salih destnîşan kir ku piştî sifirên li ser pere hatin kêmkirin, ew ê li gel zimanê Erebî, zimanê Kurdî li ser pereyên Iraqî zêde bikin.
Top