• Saturday, 30 November 2024
logo

Daxwaza berdana parlamenterên kurd hat redkirin

Daxwaza berdana parlamenterên kurd hat redkirin
Daxwaza berdanê ya parlamenterên girtî yên Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê Kemal Aktaş, Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Hatîp Dîcleyê ku parlamenteriya wî ji aliyê YSK'ê ve hate betalkirin, hate redkirin.

Hatîp Dîcle li Amedê, Faysel Sariyildiz û Selma Irmak li Şirnexê û Kemal Aktaş li Wanê hatibûn hilbijartin. Hat diyarkirin ku ev biryar bi hevdengiya dadgehê hatiye dayîn.

ji ber ku parlementeriya Hatîp Dîcle hatiye betalkirin, ew nikare bê tehliyekirin. Hat ragihandin ku wê sibe dadgeh derbarê parlementerên Eniyê Gulseren Yildirim û Îbrahîm Ayhan de bê dayîn.

ANF
Top