• Saturday, 30 November 2024
logo

Gotegotên perçebûna sopayê Sûriyayê heye

Gotegotên perçebûna sopayê Sûriyayê heye
Îro şemiyê şahid hal û çavkaniyên cuda cuda li Sûriyayê ragehandin ku perçebûn ketye nav sopayê welatê Sûriya û pevçûn di nav bera wan û hêzên ewlehiya wî welatî de derketiye.

Komîta hemahengiya xwepêşandana li Sûriyê ragehand ku ji ber nakokiyên di nav bera hinek ji serbazên Sûriyê ku naxwazin tundiyê li hember xwepêşanderan bikarbînin û hêzên ewlehiyê ku bi guleyan bersiva xwepêşanderan didin, pevçûn dinavbera wan de derketiye û bi çekan li hember hev sekinîne.

Li gor van jêderan ev perçebûn li navçeyaKiswe ya bi ser Dîmeşqa paytexta welat çêbûye, belê televizyona fermî ya Sûriyayê ev dengo retkirin.

Cihê amajepêdanê ye ku duhî roja eyniyê ku bi Eyniya ketina şeriyetê hatibû binav kirin xwepêşandanên mezin li piraniya bajaran li seranserî Sûriyê hatin li darxistin ku li bajarê Hemê tenê nêzî 400 hezar kes beşdarî tê de kirin, û bi kêmasî 16 kesan di wan xwepêşanan de bi guleyên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dan.
Top