Gotegotên perçebûna sopayê Sûriyayê heye
Komîta hemahengiya xwepêşandana li Sûriyê ragehand ku ji ber nakokiyên di nav bera hinek ji serbazên Sûriyê ku naxwazin tundiyê li hember xwepêşanderan bikarbînin û hêzên ewlehiyê ku bi guleyan bersiva xwepêşanderan didin, pevçûn dinavbera wan de derketiye û bi çekan li hember hev sekinîne.
Li gor van jêderan ev perçebûn li navçeyaKiswe ya bi ser Dîmeşqa paytexta welat çêbûye, belê televizyona fermî ya Sûriyayê ev dengo retkirin.
Cihê amajepêdanê ye ku duhî roja eyniyê ku bi Eyniya ketina şeriyetê hatibû binav kirin xwepêşandanên mezin li piraniya bajaran li seranserî Sûriyê hatin li darxistin ku li bajarê Hemê tenê nêzî 400 hezar kes beşdarî tê de kirin, û bi kêmasî 16 kesan di wan xwepêşanan de bi guleyên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dan.