Financial Times: Kurdistan dikare hêza petrola xwe nîşanî Bexdayê bide
Financial Times, di nivîseke xwe de ku dispêre geşteke National Geographic, wek yek ji 20 cihên dinyayê yên ku hêjayê girîngîpêdanê ne amaje bi Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye, “Herêma Kurdistanê dikare û derfeteke nû heye ta hêza petrola xwe nîşana hikûmeta Bexdayê bike çimkî hemû navçe çav li paşeroja petrola Kurdistanê ye.”
Di nivîsê de tê diyarkirin ku li gor Wezareta Jêderên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê niha 40 şîrketên ji 17 welatên dinyayê karê derxistin û berhemanîna petrolê li herêmê dikin û rojane 100 hezar bermîl petrol tê berhamanîn û tê pêşbînîkirina ew rêje di sala 2014an de bigihe yek mîlyon bermîl.
Petrola xav a Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî ji aliyê 23 şîrketên cîhanî ve bi rêya benderên Besre, Xur û Ceyhan a Tirkiyeyê û bi rêya bejayî ya Ûrdûnê bo bazarên dinyayê tê guhastin.
Iraq çarem mezintirîn welatê xwedî petrola yedeg a cîhanê ye û pêdivî bi vegerhênana biyanî ya di vê kertê de heye û ji sala 2003ê ve bi kêmayî 15 grêbestên mezin îmze kirine.
(AKnews)