• Saturday, 30 November 2024
logo

30 mîlyon dolarên xelkê dizîn û reviyan

30 mîlyon dolarên xelkê dizîn û reviyan
Pirsgirêka wergirtina 30 milyon dolarên xelkê Dihokê ji aliyê Firset Mistefa û du şirîkên wî bi navê bazirganî bi wan kirin û dûre xwe wendakirina wan, kêşeyeke mezin li Dihokê çêkiriye û roj bi roj di nav Dihokiyan de germtir dibe. Çend kesan teqe li mala bavê Firset kirin û hevwelatiyek pêşbîniya şerê eşîretî dike eger kesûkar, eşîr û îdareya Dihokê li pirsgirêka Firset Mistefa xwedî dernekevin.

Li gor nivîsareke seroketiya dadgeha pêdeçûnê ya navçeya Dihokê/dadgeha lêkolînê, roja 15.05.2011an biryara girtina Firset Mistefa Omer (38) da, piştî ku ji aliyê çend hevwelatiyan li bingeha polîsan a Newroz doz dijî wî vekirin. Navbirî li gor madeya 456 a yasa cezakirinê ya Iraqê, ku taybet e bi hîlebazîkirina li xelkê ye, biryara girtina wî hatiye standin.

Rojnameya Rûdaw di hejmara borî de çawaniya wendabûn û diyarnemana 30 milyon dolarên xelkê Dihokê belav kir, ku her weke Berpirsê Ragehandina Melbendê Dihokê yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Qasim Husên ragehand, ji sedî 50ê van pereyan ji endam, kadro û berpirsên Yekgirtu wergirtibû, ji ber Firset Mistefa rêveberê televizyona Yekgirtu li Dihokê bû û berî du salan dev ji Yekgirtu berdabû. Vê ya jî bandoreke mezin li ser karê partîzanî yên van endamên Yekgirtu kir, çimkî weke
Qasim Husên dibêje, van endaman li îflasê da.

Xelîl Ibrahîm, yek ji serkirde û damezrênerên Yekgirtu, ku gelek pere dane Firset dibêje, Firset û şirîkên wî behsa wê yekê kirine ku 3 şirketên wan hene (HIH, Art Colors û NIM) ku 2 ji wan karê hilberînê û yek jî karê hunerî dike, herwiha behsa şirketekê li Bexdayê dikirin. Lê dûre derketiye ji xênî Art Colors, ewên dî şirketên xeyalî bûn.

Rûdawê têkilî bi kesûkarên Firset Mistefa re kir, lê ne amade bûn daxuyaniyan li ser vê mijarê bidin û ragehandin di demeke pêş de wê daxuyaniyan bidin.

Rêveberê Polîsên Dihokê Lîwa We`dulla Sêlikî ji Rûdawê re ragehand, biryara girtina Firset û du kesên dî derket. Şirîkekî Firset hatiye girtin. Sêlikî got: “Vî tometbarî li pêşber dadwerê lêkolînê îtîraf kir ku 4 milyon û 150 hezar dolar ji çend bazirgan û hevwelatiyên Dihokê wergirtine.”

Sêlikî daxwazê ji xelkê dike ku hişyar bin ji xapandinê û got: “Ev çend car in hinek kes bi riyên cuda cuda perên hevwelatiyan dixun, bila xelkê me hişyar bin û bi hêsanî neyên xapandin.”

Roj bi roj hejmareke zêdetir a wan kesan eşkere dibe ku pere dane Firset Mistefa. Piştî ku xanî û hinek amûrên televizyonê û şirketa doblajkirinê ya Firset ji aliyê hevwelatiyên ku qerzên wan li cem in hat desteserkirin, roja 09.06.2011an çend kesan teqe li mala bavê Firset li wargeha Muqbilê ya ser bi qezaya Sêmêl li rojavayê Dihokê, kirin.

Rêveberê Ewlekariya Qezaya Sêmêlê Newzad Etroşî nûçeya teqekirinê bo Rûdawê piştrast kir û ragehand: “Çend kesên ji yên ku pere dane Firset, ji qehira teqe li mala bavê Firset kirin. Şopandin berdewam e li ser kesên ku teqe kirine.” Yek ji kesên nêzîkî Firset, ku gelek pere dane Firset, dibêje Firset li ba kesûkarên xwe kesekî pir hezkirî bû, hemûşkan şêwira wî dikir û raya wî distandin: “Ew yek ji aqilmendên malbatê bû, her pirsgirêkeke xweş û nexweş hebûna raya wî werdigirtin.” Lê ev kes, ku nexwest navê wî bê belavkirin, giliyan ji merivên Firset dike ku: “Vêga weke kesekî xirab, heramxwer û fêlbaz binav dikin, gotinên xirab derheqa wî de dibêjin.”

Bi baweriya vî kesî, eger xizmên Firset li kêşeyê xwedî dernekevin, kêşe wê hey mezintir bibe: “Divabû xizmên Firset bi kesên ku perên wan li cem Firset in rûniştiba, ne ku wiha xwe bêdeng bikin, lê eger rewş bi vî rengî berdewam bike, dibe ku xwediyên pereyan kontrola xwe ji dest bidin û pevçûneke eşîretî ya mezin li Dihokê çêbibe.”

Vî kesî rexne li berpirsên Dihokê jî girt, ku derbarê vê kêşeyê de xemsar in û got: “Ev pirsgirêkeke mezin e, divê rayedarên Dihokê tevî bibin û wê çareser bikin.”

Haşim Se`dulla, ku bazirganekî kirîn û firotina otomobîlane li Dihokê, dibêje vêga rojeva germ li bazaran wendabûna Firset e û vê yekê bêbawerî û sarbûneke zêde li bazarê çêkiriye: “Niha di nav Dihokiyan de tirsek çêbûye, hemû dibên êdî pere neman, bazar pir lawaz bûye, niha hinekî baştire berî demekê sûk westiyabû.” rûdaw
Top