• Saturday, 30 November 2024
logo

Rejîma Sûriyê di nava agir de ye, hejmara kuştiyan giheşte 1724 kesan

Rejîma Sûriyê di nava agir de ye, hejmara kuştiyan giheşte 1724 kesan
Duhî roja eyniyê ku bi "Eyniya ketina şeriyetê" hatibû bi nav kirin li seranserî welatê Sûriyayê xwepêşandanên berfireh hatin sazkirin û bi kêmî 16 kes bi destên hêzên rejîmê hatin kuştin.

Li parêzgehên Humis, Hema, Dera, Qamişlo, Dêrazorê, Lazqiye û derdora şamê bi sedan hezar kes daketin kolanan û diroşim û sioganên dijî parta Beis û serokê welat Beşar Esed avêtin.

Li gor çavkaniyan hejmara xwepêşanderan li bajarê Humisê geheşte 400,000 û hemûyan bi hevre siloganên tûj li dijî Beşar û Bavê wî digotin.

Li bajarên kurdan Qamişlo, Amûdê, Tirbesipiyê, Derbasiyê, Serêkaniyê, Dêrik û Kobanê jî bi hezaran kurd daketin kolanan û nerazîbûna xwe li dijî rejîma Beisa Sûriyê derbirîn.

Cihê amaje pêdanê ye ku xwepêşandana duhî piştî derbazbûna 3 rojan bi ser gotara serokê Sûriyê re hat herweha piştî derbazbûna 100 rojan bi ser destpêk xwepêşandanên wî welatî re hat.
Top