• Saturday, 30 November 2024
logo

Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi pirsa elektîrîkê kir

Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi pirsa elektîrîkê kir
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpiriştiya civîneke taybet bi pirsa elektîrîkê ya Herêma Kurdistanê û parêzgehên Mûsil û Kerkûkê kir.

Duhî bi serperiştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîneke taybet bi rewşa elektîrîka li herêma Kurdistanê û parêzgehên Mûsil û Kerkûkê bi rê ve çû ku tê de serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih, cîgirê wî Azad Berwarî û wezîrê elektîrkê yê herêma Kurdistanê Yasîn Ebubekir amade bûn.

Piştî civînê jî wezîrê elektîrîkê di preskonferensekê di derbarê civînê de got:
- Biryar hate dayîn di vê qonaxê de 100 MW û piştî meheke din jî 100 MW din yên elektirîkê ji parêzgeha Kerkûkê re bê dayîn. Ev elektîrîk dê ji santraleke taybet bê dabînkirin û çi tesîra wê li ser parêzgehên Kurdistanê nabe.

Yasîn Ebubekir diyar kir ku ew niha hewl didin ku girêbesta elektîrîkê ya digel Tirkiyeyê bê nûkirin û bi rêya Zaxoyê xeta elektîrîkê bikşînin bo Mûsilê.
Top