Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi pirsa elektîrîkê kir
Duhî bi serperiştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîneke taybet bi rewşa elektîrîka li herêma Kurdistanê û parêzgehên Mûsil û Kerkûkê bi rê ve çû ku tê de serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih, cîgirê wî Azad Berwarî û wezîrê elektîrkê yê herêma Kurdistanê Yasîn Ebubekir amade bûn.
Piştî civînê jî wezîrê elektîrîkê di preskonferensekê di derbarê civînê de got:
- Biryar hate dayîn di vê qonaxê de 100 MW û piştî meheke din jî 100 MW din yên elektirîkê ji parêzgeha Kerkûkê re bê dayîn. Ev elektîrîk dê ji santraleke taybet bê dabînkirin û çi tesîra wê li ser parêzgehên Kurdistanê nabe.
Yasîn Ebubekir diyar kir ku ew niha hewl didin ku girêbesta elektîrîkê ya digel Tirkiyeyê bê nûkirin û bi rêya Zaxoyê xeta elektîrîkê bikşînin bo Mûsilê.