Reuters: Kurdistan di piratîkê de serbixwe ye
Kurdistan di her warê de pêşkeftinên gelek baş bi xwe ve dîtiye û di her warê de gelek ji Deverên din yên Îraqê cudatire.
Di paragirafek ji vê rapora han de hatiye ku, li Kurdistanê berevajî Deverên din yên Îraqê li rewş gelek başe û ti nakokî û pevçûn tunene rojbiroj Kurdistan pêkeftîtir dibe lê Deverên din yên Îraqê ji ber hebûna alozî û pevçûnan rewşa wan gelek aloze.
Ajansa nav hatî di berdewamiya rapora xwe de dinivîsine ku, her çend piştî hatina Amerîkayê û hilweşandina Rejîma Baesê teknolojiya serdem derbasî Îraqê bûye lê ji derveya Kurdistanê derfetên peyvendî kirin û bikar anîna wan teknolojiyan gelek lawaze lê Kurdistan xwe ji destê Sedam û rejîma vî xelas kiriye û niha weke kertên taybetî di warê peyvendiyan de xwe birêve dibe.
Di paragirafeke din ya vê rapora han de hatiye ku, piştî saz kirina Deverên dije firînê ji aliyê welatên rojawayî ve di sala 1991an de Kurdistan serbixweye û niha Kurdistan bûye Devereke baş ji bo kompaniyên Biyanî.
Rewşa baş ya Kurdistanê sedemeke başe ji bo ku, kompaniyên Biyanî li Kurdistanê de dest bi hilbirînê bikin. Avesta/ktv