• Saturday, 30 November 2024
logo

KCK’ê ji bo agirbestê du merc danîn

KCK’ê ji bo agirbestê du merc danîn
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku ji bo pêkhatina çareseriyeke makezagonî divê şerê heyî bi dawî bibin û diyar kir ku heta artêş û polîs operasyonên xwe ranewestînin, wê hewldanên agibesta yek-alî têra vê yekê neke.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê mijarê daxuyaniyek da û pêvajoyên agirbest û bêçalaktiyê yên heta niha bi bîr xist û diyar kir ku ji bo çareseriyek makezagonî divê teqez şer û pevçûn ji holê rabin, lê ev yek bi awayek yek-alî wê bê encam bimîne.

Eva li jêr Daxuyaniya KCK’ê ye wek di ANF’ê de hatî belavkirin:

“Encamên hilbijartina 12’ê Pûşperê ku li Tirkiyeyê pêk hat zemînek pir baş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riya aştiyane û demokratîk, her wiha ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê afirand. Ger serkeftina Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, wergirtina ji sedî 50 yê dengan a AKP’ê û hinek peyamên erênî yên ku CHP’ê di dema hilbijartinê de dane baş werin nirxandin, wê li Tirkiyeyêk lihevkirineke civakî pêk were û ev yek wê ji bo pêvajoya çareseriya makezagona dmeokratîk destpêke nû be.

TEQEZ DIVÊ ŞER Û PEVÇÛN BI DAWÎ BIBIN

Jixwe gelek aliyên civakê jî diyar dikin divê bi avakirina meclîsa nû ya ku wê bi encamên hilbijartina 12’ê Pûşperê were avakirin, meclîs rolê xwe bileyîze û divê ji bo ji nû ve avakirina demokrasiya Tirkiyeyê, makezagoneke nû ya sivîl a demokratîk were amadekirin. Ji bo pêvajoya çareseriya makezagonî bi awayek saxlem bimeşe, divê şer û pevçûn bi dawî bibin û bi beşdariya hemû alî û derdoran makezagona nû were nîqaşkirin.

ME BANGAWAZIYA OCALAN BI BALDARÎ NIRXAND

Rêber Abdullah Ocalan van şert û mercan li ber çavan girtiye û bi riya parêzerên xwe ragihand ku pêjayoa çareseriya demokratîk ji hemû deman xurtir e û diyar kir ku ev pêvajo dest pê kiriye. Lê ji bo vê yekê pêwîst dîtiye ku pêvajoya şer û pevçûnan bi dawî bibe û li ser vî bingehî ji bo afarinadina pêvajoyek bê şer û pevçûn bang li aliyên peywendîdar kiriye. Her wiha di heman demê de ji bo pêvajoya çareseriya makezagonî bi ser keftî pêk were û bikaribe rola xwe bileyîze bang li Meclîsê kiriye.

Bê guman nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan rast in û daxwazên wî di cî de ne. Em weke Tevger vê bangawaziyê dinirxînin û me biryar daye ku tişta dikeve ser milê me divê em pêk bînin. Lê belê hemû rayagiştî û gelê me baş dizane me ji sala 1993 ve gelek caran agirbestên yek-alî ragihand, lê ev agirbest û hewldanên me yên ji bo aşitiyê bê encam mane û encameke mayînde derneketiye holê. Me di demê borî de gelek caran agirbest û pêvajoyên bêçalaktiyê yên yek-alî dan destpêkirin. Herî dawî me pêvajoya bêçalaktiyê di 13’ê Tebaxa 2010 de da destpêkirin û me heta 15’ê Pûşpera 2011 de domand. Hemû gelê me û rayagiştî derbarê vê mijarê de xwe agahî ne. Lê hemû hewldanên me yên yek-alî,vegera gerîlayan ya ji bo baregehên xwe, projeyên çareseriyê yên ku Rêber Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdê de amade kir û pêşkêş kir, ji bo pêkanîna çareseriyeke demokratîk têrê nekirin. Ji ber ku hikûmet û artêşê helewstek erênî ya pêwîst nîşan neda, hewl danên me û derdorên demokratîk ên ji bo aşitiyê bê encam man. Ger niha jî civaka Tirkiyeyê bi hestyarî nêzîk nebe, dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya heta îro dimeşîne de israr bike, operasyonên leşkerî û polîsî ranewestin, hewldanên Tevgera me yên ji bo çareseriya demokratîk a makezagonî wê ne bes bin.

DI PÊVAJOYA BÊÇALAKÎ DE DU XISUSÊN GIRÎNG

Bi vê sedemê ji bo ku pêvajoya bêçalakî û çaraseriya makeqanûnî pêk bê, em dibîn ku divê du xisus pêk were:

1- Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) ku dest bi serdema nû dike ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bibe divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên serarastkirin bang bê kirin ku rola xwe bilîze.

2- Li ser navê dewleta Tirkiyeyê û hikumetê divê Serokwezîr an jî rayedarekî girîng bang bike ku pirsgirêka kurd bi riya tasfiyekirin û îmhakirinê nayê çareser kirin encax bi riya diyalog û aştiyan e bê çareserkirin, ji ber vê yekê operasyonên polîsî û leşkerî hatine rawestandin û vê yekê deklereyî raya giştî bikin, starta çareseriyê bidin.

BI POZÎSYONA AGIRBESTA DUALÎ GENGAZ DIBE

Xûya ye ku encax ji hêla dewlet û hikumetê ve gaveke vekirî û bi bawer bê avêtin ku ev pirsgirêk bi bingeha makaqanûniyê bê çareserkirin. Nexwe heger ku tu gavên berçav neyên avêtin, li ser hêzên me operasyon û tasfiyekirin bê ferzkirin ne gengaze ku agirbestiya yekalî bidome. Pêvajoyeke aştiyane û mayînde encax bi pozisyon dualî ya agirbestê bi gengaz bibe.

Daxwazeke wiha ya fedakariyeke yekalî ne nêzîkbûneke dadî ye. Ligel vê yekê dirêjkirina pêvajoyeke nediyar û bê çareserî jê ne gengaz e ku bidome. Em wekî aliyê kurd ligel hemû helwesta me ya çareseriyê heger ku mijulkirin û tasfiyekirin bê ferzkirin ji encamên derbikevin holê dewlet û hikumet berpirsiyar dibînin. Gelê Kurdistanê xwedî vîneke bi hez e ku çareseriyeke alternatîf pêk bîne. Ji ber vê yekê girîng e ku dewlet vê pêvajoyê bi rast binirxîne, vîna çaraseriya demokratîk nîşan bide. Ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e. Polîtîkayên înkarkirin û tasfiyekirinê yên li ser Kurdistanê hatine meşandin heta niha vala derketine. Tu wate tune ye ku di van riyan û polîtîkayan de israr bikin.

DI DÎROKÊ DE CARA EWILE KU KURD EVQAS YEKÎTIYA XWE AVAKIRINE

Encama herî girîng a 12’ê Pûşperê de derketiye holê ew e ku gelê Kurdistanê çareseriya aştiyane û demokratîk û xweseriya demokratîk erê kiriye.Divê hemû derdor ji vê yekê rêzê bigire û bi vê bingehê perspektîfa çareseriyê bide destxistin. Di dîrokê de yekemîn car e ku gelê Kurdistanê yekîtiya xwe evqas xurt kiriye û bi piştgiriya hêzên Tirkiyeyê yên çepgir û sosyalîst asteke girîng derxistiye holê. Perspektîfa Xweseriya demokratîk û Komara Demokratîk bi Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê hatiye erêkirin. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.

EM BI BIRYAR IN KU JI BO KU PÊVAJOYA AŞTIYANE PÊŞBIKEVE ROLA XWE BILÎZIN

Ev rastî ji bo ku pêvajoyeke aştiyane û çareseriyeke demokratîk pêş bikeve girîng e. Pêşveçûnên li herêma me û li Rojhilatanavîn ferz dike li Tirkiyeyê netewîbûna demokratîk û komara demokratîk ferz dike. Bi nêzîkbûyîna vê perspektîfê aşkera ye ku çareserkirina pirsgirêka kurd wê Tirkiyeyê di warê aborî û civakî de pêş bixe. Tirkiyeyek ku aştiya civakî, yekîtiya gelan pêkanî, çêkirina makezagoneke bi tevlîbûna hemû derdoran girîng e û Tirkiye dê bibe hêzeke demokratîk ku li herêmê bibe navend û her awayî pêşketî. Têkoşîna gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk şert û mercên vê yekê pêk anîne.

Ger ku dewlet û hikumet ji bo pêvajo pêş bikeve gavên pêwîst biavêje, em wekî tevger ji bo ku pêvajoyeke aştiyane û çareseriyeke demokratk pêk bê çi bikeve ser milê me em dê pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe û hezên demokratîk ên aştîxwaz dikin ku bi hestiyar bin, rola xwe ya ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane pêk bê bilizîn.”
Top