Serkirdeyên Iraqê li mala Talebanî li hev civiyan
Civîn bi amadebûna serokomar Talebanî û serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî dest pê kir û serokê herêmê Mesûd Barzanî, serokê Lîsteya Hevpeymaniya Niştîmanî Îbrahîm Caferî û Serokê El Iraqiyeyê Eyad Ellawî di civînê de amade nebûn.
Jêdereke ji serokatiya komara Iraqê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got, “Civîn piştî nîvro li mala Talebanî ya li Bexdayê dest pê kir. Armanca sereke ya civînê, ji bo bicihanîna hemû rêkeftinameyên di çarçoveya destpêşxeriya Mesûd Barzanî teqezîkirin li ser hevpeymaniya niştîmanî ya di prosesa siyasî ya li Iraqê de ye.”
Li gor beyanameyeke Lîsteya El Iraqiyeyê, Talebanî duhî telefonî Ellawî kiriye û daxwaz jê kiriye ku beşdarî civîna îro bibe lê Ellawî daxwaza lêborînê li wî kiriye û daye zanîn ku ji ber xirabiya rewşa wî ya tenduristiyê ew niha li Londonê ye lewra nikare beşdarî civînê bibe.
Ellawî diyar kir ku gava Talebanî ya bo komkirina hêzên siyasî yên iraqî gelekî girîng e nemaze di qonaxa niha ya ku Iraq tê de ye û ew dê nûnerekî xwe bişîne wê civînê.
(AKnews)