• Saturday, 30 November 2024
logo

Meclîsa daîmî ya KCD'ê bi awayek awarte kom dibe

Meclîsa daîmî ya KCD'ê bi awayek awarte kom dibe
Meclîsa daîmi ya Kongreya Civaka Demoratîk KCD, bi boneya encama hilbijartinê û biryara bêçalakiyê ya KCD'ê binirxîne di 22'ê Hezîranê de civîna awarte pek tîne.

Meclîsa daîmi ya Kongreya Civaka Demoratîk KCD, di 22'ê Hezîranêde bi awayekî awarte li Amedê civînê pêk tine. KCD, bi boneya encama hilbijartinê û biryara bêçalakiyê ya KCD'ê binirxîne bi beşdariya nûner û rêveberên saziyên sivîl yên civakî, endam û rêveberên rêxistina jinê û ciwanan, parlementer, rewşenbir û nivîskaran û 101 endamên meclîsa daîmî dê li Amedê civînê pêk bînin.

KCD wê di demjimêr 10.00'ê 22'ê Hezîranêde li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê bicivin. KCD, wê di civînê de encama hilbijartinê, biryara KCK'ê ya bêçalakiyê, makeqanûna nû, modela Xweseriya Demokratik û Konferansa Neteweya Kurd binirxînin.

Tê gotin ku wê civîn rojekê bidome û biryara civînê bi daxuyaniyê ji raya giştî re ragihînin. ANF
Top