Koma Hemrîn bo vegerandina deverên veqetyayî hat avakirin
Di merasîma ragihandina fermî ya avakirina Koma Hemrîn de, ku bo cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê û vegerandina deverên qutbûyî bo ser Kurdistanê, hat avakirin, ji berdevkên komê Ehd Mistefa, ji Ajansa Kurdistan Newsê re got, "Xelkê deverên veqetyayî yên deşta Nînovayê, di reweşek pir nebaş de dijîn û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nikare zêde xizmeta wan deveran bike û ev devere hatine piştguhxistin."
Mistefa, diyar kir, ji ber ku deverên navbirî, bi femî ser bi Herêma Kurdistanê nînin, lewre, hikûmeta herêmê, zêde nikare xizmeta welatiyên deverê bike û wiha pêde çû:
"Ji ber wê jî, me Koma Hemrîn pêk anî ku ji netewe û ayînên cuda pêk tê. Kom, dê bo cîbicîkirina madeya 140 û vegerandina deverên veqetyayî wek Tilkêf, Qereqûş, Başîqe û Bertile, zextê li Bexda, Hewlêr û Mûsilê bikin."