Hikûmeta herêma Kurdistanê civiya û çend biryarekên giring dan
Di destpêka civînê de, bernameyê çaksaziyê yê serokê herêma Kurdistanê bilind hat nirxandin û serokê hikûmetê bi giringî ve behsa pirosesa çaksaziyê û zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan kir û got:
- Xizmetkirina hevwelatiyan û cîbicîkirina daxazên wan ji karên pêşîn yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye, ji ber hindê li ser pêşvebirina pirosesa çaksaziyê, baştirkirina edayê himûmetê û saziyên îdarî, em bi îsrarar in.
Di civîna civata wezîran de, pesindkirina budceya herêma Kurdistanê a sala 2011ê ji aliyê parlamentoyê ve bi gaveke giring hat wesif kirin û sertokê hikûmetê, hemû wezîr raspasrdin ku bend û medayên budceyê ku, gelek destkeftiyên giring ji bo xelkê Kurdistanê tê dene, cibicî bikin. Serokê hikûmetê behsa giringiya budceyê kir û got ku zêdetir ji 34 hezar pirojeyên giring bo hemû deverên herêma Kurdistanê, zêdekirina qerzê xaniyan (krêdîya xanîyan), zêdekirina qerzê zewacê (5milyar dînar), avakirina dibistan û xwendingehên modern, bernameyê geşepêdana şiyanan, meaşê tora civakî ku 150 hezar malbatên hejar û kêderamet werdigirin, di budceyê de hene.
Di civînê de:
1- Her du qanûnên dadgayîkirin û cezakirina serbazan hatin pesind kirin û ji parlamentoyê re hatin şandin.
2- 45milyar dînar ji bo alîkariyên saxlemiyê bi buhayekî erzan bo malbatên hejar û kêderamet. Wezareta tendirustiyê dê vê birayarê cîbiçî bike bi rêya zêdekirina kînîkên milî yên êvariyan, anîna dixtorên şareza û pispor, fehsa belaş û demanên erzan bo wan kesên nikarin li klînîkên taybetî çareseriya nexweşiyên xwe bikin.
3- Wezareta pilandananê pêşniyarên pêwîst ji bona reorganîzekirina awayê karkirina şîrket û kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê pêşkeşî serokatiya civata wezîran bike. Ev jî ji bona rêxistina pirojeyan û hêsankirina îmkanên çavdêrîkirina cibicîkirina wan pirojeyan ji aliyê şîrket û kompaniyan ve.
4- Pirojeyê qanûna civatên wîlayetan psend kir û budceyeke jib o komisyona bala ya hilbijartina hat berdest kirin daku ji bo hilbjartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê amadekariyan dest pê bikin.