• Saturday, 30 November 2024
logo

Li Silêmaniyê, agir bi avahiya firmayek Turkiyê ket

Li Silêmaniyê, agir bi avahiya firmayek Turkiyê ket
Li bajarê Silêmaniyê, agir bi avahiya fîrmaya “Orhan” a Turkiyê ket û bi buhayê 30 milyon dînarê Iraqê zerer ûziyan heye.

Diyar Mihyedîn Birêveberê Berevaniya Şaredariya Silêmaniyê ji Ajansa Kurdistan Newsê re got, “Şeva borî, ji ber agirê metbexê, agir bi avahiya fîrmaya Orhan ket û bi buhayê 30 milyon dînar ziyan gihişte fîrmayê.”

Mihyedîn aşkere kir ku tu ziyanên canî di bûyerê de nebûn, lê li gorî vekolînên destpêkî, tiştên di nav avahiyê de û pasportên 3 welatiyên Turkiyê û nasnama welatiyekî Iraqê jî tê de şewitîn.
Top