Li Silêmaniyê, agir bi avahiya firmayek Turkiyê ket
Diyar Mihyedîn Birêveberê Berevaniya Şaredariya Silêmaniyê ji Ajansa Kurdistan Newsê re got, “Şeva borî, ji ber agirê metbexê, agir bi avahiya fîrmaya Orhan ket û bi buhayê 30 milyon dînar ziyan gihişte fîrmayê.”
Mihyedîn aşkere kir ku tu ziyanên canî di bûyerê de nebûn, lê li gorî vekolînên destpêkî, tiştên di nav avahiyê de û pasportên 3 welatiyên Turkiyê û nasnama welatiyekî Iraqê jî tê de şewitîn.