Du bijîşkên kurd hatin xelatkirin
Li gorî nûçeya Radio Farda, her du birayên Kurd ji Kirmanşanê ne û di 2008ê de, ji aliyê dewleta Îranê ve hatibûn girtin û her yek: Areş bi 6 salan û Kamyar jî bi 3 sal girtinê hatibûn sizakirin.
Li gorî nûçeyê, Areş piştî 2 sal û nîvan, serbest hatiye berdan, lê Kamyar hîn jî di girtigehê de ye.
Hat zanîn ku xelata 10 hezar dolarî ya Civata Tendirustiya Cîhanê ji her du birayên kurd re, ji bo parastina mafê nexweşên tûşî HIV`yê bûne, jiyana xwe xistine metirsiyê, hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku her du birayên kurd di 1998`ê de li Kirmanşanê dest bi çalakiyên pêşgirtin ji vîrûsa HIV`yê di nav kesên ku madeyên hişber bikar dibin, dest pê kiriye.
Her wiha xebata wan bi vekirina xulên fêrkariyê ji avahiyên tendirustiyê li Efxanistan û Tacîkistanê berdewam bûye . Çalakiya herî girîng ya wan her du birayên kurd, hewla alîkariya di navbera 12 welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navînê ji bo hevkariya di warên tendirustiyê de ye.
AKnews