Peywendiya Tûrkiye û Sûriye aloz bûne
Peywendiyên Turkiyê û Sûriyê li van salên rabihûrî berbi dostî û berfire bûnê çûne, bi awayekî ku bi caran du welatan civînên konseya bilind ya hevkariyên stratejîk birêxistine û li hevkiribûn ku vîzayê li seferên welatiyên sûrî û tirkiyê bo welatên hevdu ji holê rakin. Pêşketinên hanê li peywendiyên du welkatan nîşan didan ku wan rawestan li hemberê hevdu ji holê rakirine û li hev kirin û hevkarî dewsa vê yekê danîne.
Lê qewmîna ne aramî û bê ewlehiyan li Sûriyê, peywendiyên du welatên hanê xistine bin bandora xwe. Ji xwe hikûmeta Turkiyê ku dewekarê pêkanîna reform û demokrasiyê li navçê ye, nekariye serokên sûrî razî ke ku li Sûriyê de reformên lezgîn pêkbînin.
Di vê rewşê de Turkiyê, rayedarên Sûriyê hişyar kirine ku eger şidet û xurtî li vî welatî berfire û zêde bin, Turkiye nikare vê yekê tamul bike û bêdeng bimîne. Mesela penaberên sûrî li Turkiyê jî pirsgirêkeke din li warê peywendiyên du welatan pêkaniye. Ya rast vê yekê ji du aliyan re fukar çêkiriye ku neke eva bibe sebeb Turkiyê zêdetir mijûlî bûyer û aloziyên Sûriyê bibe.
Di vê navberê de Tyrkiyê mazuvaniya rûniştina gelek ji kesyet û hêzên opozesiyon yên Sûriyê li Antaliyayê kir ku şîwaz û riyên curbicur ji bo xistina zext û zorê ser ''Beşar Esed '' serok komarîê Sûriyê hilkolandin, ji bo ku wî neçar kin reformên lezgîn û zêdetir pêkbîne. Girîngiya vê rûniştinê zêdetir ji ber vê yekê bû ku Yekitiya Ewropayê pişta wê digirt. Hin ji derudor û civatên siyasî li Sûriyê, birêketina vê rûniştinê li Tirkiyê xelatek ji aliyê Tirkiyê bo neyarên hikûmeta Sûriyê dane zanînê, vê meselê aloziya çêbûyî li peywendiyên Demişq û Enqerê zêde û girantir kir û aloziya hanê wê demê gurr bû ku hin derudorên siyasî û rayedarên Sûriyê ragihandin ku Tirkiye ji nayarên Sûriyê re sîlahan dişîne. Serokê navenda parêzerên Sûriyê ''Nezar Sekîf'' helwêstên Turkiyê li bara bûyerên Sûriyê rixne kirin û îdia kiriye ku mirovên hatine girtinê li Sûriyê îtiraf kirine ku Turkiyê ji sînorên deryayî û bejayiye xwe çek û sîlah derbasî nav Sûriyê kirine ji bo ku bigihîne destê dijberên hukûmeta Sûriyê.
''Nezar Sekîf'' herwiha gotibû ku rojava hewldide ji riyên curbicur derbê li Sûriyê xe û Sûriyê li ber Rejîma Siyonîstî lawaz ke. Lewra dijberiya li hemberê helwêst û siyasetên Turkiyê li Sûriyê zêde bûye. Hin rixnekirên siyasetên Turkiyê li navçê bawer in ku Turkiye li kêlga hevdengiya bi siyasetên rojavayê re li navçê de, hewldide ku bi awayekî ji rewşa pêkhatî li Rojhilata Navîn ser xêra xwe behre wergire û roleke aktîv li babeta bûyrên vê navçê bilîze.
Î.K.R / Can Med