• Saturday, 30 November 2024
logo

Husên ji kovara Gulan re: Bernameya çaksaziya Serokê Herêmê ji bo binyadnan û guhertinan berev pêş û baştir diçe

Husên ji kovara Gulan re: Bernameya çaksaziya Serokê Herêmê ji bo binyadnan û guhertinan berev pêş û baştir diçe
Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li hevpeyvîneke taybet da li gel kovara Gulan ku li hejmara 834 da hatiye belavkirin, tîşk dixe li ser çendîn mijarên giringê pêwîst bi bernameya çaksaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê.

Çaksazî pêvajoyeke berdewame

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê li destpêka vê hevpeyvîna taybet da sebaret bi hemû bernameya çaksaziya Serokê Herêmê dibêje: Pêvajoya çaksaziyê pêvajoyeke berdewame û dikarîn rojek deynin ji bo destpêkirinê, lê belê pêvajo bi xwe pêwîste pêvajoyeke berdewam bê. Her wiha çaksazî li çarçêweya pêvajoyeke seraserî û hemû aliyan dibê û pêvajo dûr û dirêje û pêwîstî bi hengavên çalak ve heye. Li vî warî de dema cenabê Serok wê bernameyê ragihand, heta niha komek biryar hatine derxistin û komek jî kiryar hatine kirin. Hinek ji wan karên ku hatine kirin pêwendî bi zeviyan ve heye. Babeta zevî nirxandin û civîneke berfireh û berdewamî li ser hatiye kirin. Dibînin li hinek cîhan ku hinek îş li ser wan zeviyan hatine kirin neyasayîne an yasayiye, lê belê bi vî awayî nehatiye kirin ku li peymanan de hatiye. Her ji bo wê yekê yekemcar bi zeviyên kirê (musatehe) me destpêkir. Zeviyên musatehe ew zevîne ku didin xelkê ku veberhênanê li ser dike li ser bingeha damezrandina projeyek. Ev kar jî yekemcar me ji Hewlêrê ve destpêkir û komek proje hatin nirxandin. li ser bingeha wan nirxandinan jî hinek ji wan projeyan hatin ragirtin. li van rojên pêş de derdikevê ku pirsa van projeyan çawane û li çi daye? Piştî vê ku kêmasiyek ji bo me derket, kiryaran jî di derbarê wan projeyan de beramber xwediyê projeyan werdigrîn".

Pirsa projeyan û terxankirina zeviyên veberhênanê

Sebaret bi vê mijarê jî, Serokê Dîwan li dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje: Li gor van biryarên ku hatine derxistin.

Yekem: Me daxwaz ji desteya veberhênanê kir bo ku du mehan wan projeyên ku pêwendî bi bînaya nîştecîhbûnê heye rabigrin û heta du heyvan jî muhlet nedin. Ji ber ku komek proje heye pirsiyar li ser heye û nabêjim pirsiyar eweye ku gendelî li projeyan de heye, lê belê bo ku bizanîn li rêya yasayî buye yan kêmasî têda heye. Ev biryar li ser vê bingehê bû û me wan projeyan ragirt. Lê belê eve nayê wê wateyê ku projeyek veberhênanê bê ku pêwendî bi projeya stratejî ve heye me wan projeyan ranegirtin. Wate ewê pêwendî bi berjewendiya giştî hebê û rola li berev pêşvebirina aboriya Kurdistanê ve hebê ew nehatin ragirtin, belku ew proje hatine ragirtin ku pêwendî bi nîştecîhbûnê ve heye wekî ku min balkişand li ser heta du heyvan hatiye ragirtin. Li heftiya pêş de dema wê diqede. li vê demê de derfet ji bo me rexsa ku nirxandina komek projeyên nîştecîhbûnê bikîn û kêmasiyên li projeyên nîştecîhbûnê peyda bikîn. Lê belê niha nikarîn ji bo rojname û medyayê rabigihînîn heta ku digihîne encamek. Bi tekez ku gihîştîne encama dawî ji bo xelkê radigihînîn, wê demê behs dikîn ew proje ji bo çi hatine ragirtin û sedema wê çi bû. Eger kêmasiya yasayî têda hebê wê jî radigihînîn yan kêmasî û pirs li aliyê Hikûmet hebuye ewê jî her behs dikîn ku ji ber çi li cem Hikûmetê girift hebuye. Niha jî ji bo nirxandinê komek projeyên mezin li jêr destê mene.

Xala Duyem: Cenabê Serok biryarekî derxist di derbarê kujandina zeviyên çandinê. Bêguman kiryar li vî derbarî de ji bo Kurdistanê gelek girînge. Ji ber ku Kurdistan welateke li bingeha xwe de Herêmekî çandinê buye û Hikûmet û dewlet û desthilat plana xwe heye ku carekî din kerta çandinê geş bike û kar li ser bike. Tu çi demek dikarî kerta çandinê destpêbikî, eger zeviyên çandinê hebê. Lê belê eger zevî hemû li ser bingeha masterplanê bîkujênî wê demê pêwîstî bi lêkolînê heye. Eve ne pirse eger kujandina zeviyên çandinê ji bo projeya stratejî bê. Lê belê ew zeviya çandinê hemû bikujênî bi navê bernameyeke din me ji ber wê ragirt. Heta ewê pêwendî bi masterplana bajar ve jî heye hatin ragirtin. Komek kujandina zeviyên çandinê heta sê mehan hatine ragirtin da ku nirxandin li ser van xalên xwarê ve bikîn:

1- Ew zeviyên ku li dema xwe de hatine kujandin û dane projeyan, bo ku bizanîn sûda projeyan çiye û ew proje pêwendî bi berjewendiya giştî û aboriya Kurdistanê heye yan na?.

2- Nehêlîn zeviyên çandinê bi awayeke hêsanî ji dest biçê û bibê projeya bînasazî yan projeya nîştecîhbûnê, ev alî jî niha li nirxandinê daye. Ji ber ku behsa zeviyên çandinê dikîn behsa hezaran doniman dikîn".

Pasewanê berpirsan

Sebaret bi dûvdaçûna pasewanê berpirsan jî, Fuad Husên got: Ev pirs jî yek ji wan biryarane ku pêwendî bi pasewanê berpirsan û baregehan ve haye. Niha Wezîrê Navxo lîjneyekî pêkaniye pêwîste li heftiya pêş de pêvajoyê pêşkêşî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li ser çawayiya rêkxistina pasewanê berpirsan û baregehan bike. Ji ber ku pêwîst nake berpirsek (700 - 600) pasewanê xwe hebê yan (100- 200 - 400) pasewanê wî hebê, belku pêwîste herkes bi pileya xwe ya li Hikûmet û li gor nirxandina pêvajoya ewlehî û li gor cihê xwe û rola wî kesî li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de pasewan ji bo wî tê danîn û rêkxistin".

Vegerandina mulkê giştî

Sebaret bi vî aliyî û çawayiya vegerandina mulkê giştî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê got: Projeya çaksaziyê li cem me du beşe. Beşekî dem kurte û beşekî jî dem dirêje. Li beşa dem kurt de komek kiryar hatine kirin û komek kes jî li cihê xwe nemane û hatine rakirin û komek biryarên din jî li van rojan de her bi vî awayî derdikevê. Her wiha nirxamdina wan bînayan jî tê kirin ku li dema xwe mulkê Hikûmetê buye. Niha ji aliyê rêxistinên hizbî û rêxistinên din ve hatine dagîrkirin. Bernameya çaksazî ne ewe tol ji wan bê wergirtin, yan bê rûxandin, belku bernameya çaksaziya cenabê Serok ji bo eweye ku çaksazî bê kirin ji bo binyadnan û guhertinê berev baş û baştir bibe. Piştî vê bernameyê jî behsa qonaxa duyem dikîn ku qonaxa duyem stratejiyek ji bo wî tê danîn û cenabê Serok wî jî birêvedibe. Sebaret bi guhertinên ku hatine kirin jî, ez hez dikim xelk wê yekê bizanê projeya çaksazî berdewame û li hemû cîhek tê nirxandin. Guherîna xelk her ne li ser bingeha çaksaziye, belku li ser bingeha wê yekê ye ku hinek car hinek kes bêne guhertin. Girînge eve bizanîn ku eve nayê wê wateyê ew kesê hatiye guhertin hatiye sizadan yan tometbare, belku hemû kesek şexsiyeta xwe heye û xebat kiriye. Lê belê guherîn sirûştiya jiyane, li cîhên din jî guhertin tê kirin û heta niha komek guherîn hatiye kirin û ew guhertin jî berdewam dibin".

Hengavên mezin hatine avêtin

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê li bersîva pirsiyara ji bo çi encama karên xwe ranagihînin raya giştî? Husên bi vî awayî bersîva kovara Gulan da û got: Bi awayekî praktîkî kar li ser projeya çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê hatiye kirin, heta niha komek proje çi li Dihok çi li Hewlêr çi li cihên din hatine ragirtin, lê belê nikarîn hemû tiştek rabigihînîn, ji ber ku ji bo kesayetiya xelkê û xwediyê projeyan ne başe. Heta niha li jêr lêkolînê ye û negihîştîne derencamê û nabê tiştek rabigihînîn û li jêr lêkolînê da bê. Her dema ku lêkolîn li van kar û projeyan temam bibê bi tekez ji bo çavroniya xelkê û agahdarbûna wan tê ragihandin. Pêwîste eve bizanîn ku komek zevî bi musatehe hatiye dayîn bo ku proje li ser bê kirin, her çende hinek ji van zeviyan ku eve du sê sale hatiye wergirtin, lê belê wekî proje nehatiye kirin. Her çende li ser bingeha peymanê divê ew zeviyê musatehe piştî du - sê mehan proje li ser bê encamdan. Em van zeviyan werdigrîn û hinek zeviyên din ku bi musatehe hatiye dayîn ji bo kargeh yan ji bo Otêl yan ji bo projeyekî din ku li peymanê de hatiye destnîşankirin, lê belê xelkê wan zeviyan kirine xanî û her li ser heman nexşeyê da firoştine bi xelk, eve dûre li yasa û ne li gor peymanêye, eve kiryar li gel tê kirin, lê belê niha nikarin behs bikîn, eve diyare ku li peymanê de fêl û hîleyek hatiye kirin û bi milyonan dolar qazanc kirine, eve kiryarên yasayî li gel wan da tê kirin û em nahêlîn ew xelkê xaniyan kirîne ziyanê bikin. Lê belê nabê xwediyê projeyê fêl li Hikûmetê bike, ev proje jî heta niha li jêr lêkolînê dane û nizanîn kiryara wan çawane û çiye û her ji bo wê yekê jî nikarîn wan ji bo xelk û civaka xwe niha rabigihînîn. Gelo kiryara wan yasayiye yan darayiye....Ji ber ku zeviyê musatehe û kujandina zeviyên çandinê meseleyekî gelek hûr û aloze û ji bo hemwelatiyan jî gelek zehmete bi tevahî li naveroka wê têbigihe. Lê belê eve rastiye ku pêvajoya çaksaziyê bi ciddî destpêkiriye û derencamên wê bi başî derdikevê û heta dawiyê jî berdewam dibê û çaksazî jî her ne ewe ku şexsek li cihê xwe bê avêtin. Ji ber ku me komek yasa heye li dema xwe me qebûl kiriye, lê belê ev yasa niha ji bo me pirs dirustkiriye, li hinek cihan rênimayiyên fermangehan pirs ji bo me, neku ew xelkê îş kiriye, divê ew yasa û rênimayî bêne guhertin. Ji bo wê yekê divê çaksazî bi yasa û rênimayî û fermangehê û girêbest û peymanê bê kirin û divê nirxandina wan peymanan bê kirin ku li navbera xelk û Hikûmetê tê girêdan. Gelo her wekî xwe berdewam bibê yan guhertin û çaksazî lê bête encam dan eve her hemû li encama pêvajoya çaksaziyê ve kar li ser tê kirin. Niha welatî bi tevahî hest bi vê çaksaziyê nake. Lê belê bi dîtina min piştî demekî kurt her hemû dibînin ew pêvajoya çaksaziyê çi kiriye û bi çi gihîştiye, çaksazî jî beşekî pêwendî heye bi perwerde û nabê tu mala giştî bikarbînî ji bo berjewendiya şexsiya xwe. Divê bizanîn em berev ku ve diçîn, girîng eweye komek lîjneyên taybetmend dirûst buye, wekî lîjneya yasayî û aborî û hwd.. û lîjne li Wezaretan jî dirûst buye û ew hemû lîjne li Serokayetiya Herêmê kombûn û lêkolînê dikin, li wan kombûn û lêkolînan jî bi encam digihin û paşê bi xelk tê ragihandin û hemû kesek agahdar dibê û li bandora pêvajoya çaksaziyê têdigihin".

Hevkariya hemû aliyek

Sebaret bi hevkariya hemû aliyek jî ji bo serxistina pêvajoya çaksaziyê, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê ji bo kovara Gulan got: Ev bernameya çaksaziyê bernameya cenabê Seroke ku pêşkêşî xelkê Kurdistanê kiriye. Pêdiviya xwe ji pêvajoya Kurdistanê ve wekî jêder girtiye û cenabê Serok vê biryarê daye. Pêwîste hemû aliyek, Hikûmet û rikeber li vê pêvajoyê da beşdar bibin, ji ber ku pêvajoya çaksaziyê bi yek kes nayê kirin û bi yek hizb jî nayê kirin û bi van hizban jî ku li Hikûmetê dane nayê kirin û bi rikeber jî bi tenê nayê kirin, belku pêwîste hemû aliyek her li Hikûmet û xelk û partiyên siyasî (Desthilat û rikeber) û rêxistinên civaka medenî û rewşenbîran li pêvajoya çaksaziyê de beşdar bibin heta pêvajo serkeftî bibê, heta rêxistinên civaka medenî jî têda hebê ji bo serkeftina pêvajoyê girînge, ji ber ku pêvajoya çaksaziyê dem dirêje pêwendî bi civakê vê heye û her wiha bi sîstema giştî û yasa ve, eve jî kar û îşeke dem dirêj dixwazê. Ji bo wê yekê dûbare dibêjim ev kar pêwîstî bi hemû aliyek heye, lê belê ev bername biryara cenabê Seroke û xistiye rû, Hikûmet jî li gel da hevkar û beşdare".
Top