Leşkerê Lubnanê kete navbera Sune û Elewiyên Bajarê Terablusê
Ev şere piştê wê yekê derket dema ku duhî roja eyniyê Elewiyên wî bajarî ku hevmezhebên serokê Sûriyê Beşar Elesed in, bi gule û bombeyan hêrişî xwepêşandanekê bo piştevanîkirina şoreşa gelê Sûriyayê kirîn di encam de şerekê dijwar di navbera Sune û Şîeyên wî bajarî de derket.
Li gor çavkaniyênnûçeyan zerer û ziyanek mezin bi taxên Babultebane ku piraniya rûniştvanên wê Sune mezhebin û Cebel Muhsên ku piraniya rûniştvanên wê Elewî mezhebin ketiy.